Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) bi hevkarî ligel Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di amadebaşîyeke bilind de ye li ser egera êrîşeke ji nişkê ve dijî Îsraîlê ji alîyê Îranê ve, medyaya Îsraîlê îro Şemîyê ragihand.
Li gor rojnameya The Jerusalem Post, di van mehên dawî de, Serokê Desteya Operasyonan Artêşa Îsraelê General Itzik Cohen, hefteyê sê caran bi rêya konferansên telefonî bi Fermandarê CENTCOM'ê Admiral Brad Cooper û tîma wî re danustandin kirine, ji bo misogerkirina hevkarîyên tevahî li ser pêşhatên li Rojhilata Navîn, bizavên leşkerî, operasyon û pêşveçûnên nû.
Li gor karbidestekî IDF'ê, artêşa Îsraelê amadebaşîya xwe ya bilind didomîne, nemaze di Hêza Esmanî ya Îsraîlê (IAF) de bi her bersivdaneke lezgîn.
Berpirsekî leşkerî yê bilind ê Îsraîlê ji malpera Walla re got: “egera ku Îran hewl bide Îsraîlê bixapîne senaryoyeke pêkan e. Ji ber vê yekê, divê Artêşa Îsraîlê hem ji alîyê berevaniyê û hem jî ji alîyê êrîşkirinê ve amade be.”
Rojnameya The Jerusalem Post jî ragihand ku armanc ew e ku eger Îran biryarê bide êrîşeke ji nişkê ve li dijî berjewendîyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn pêk bîne, Artêşa Îsraîlê amade be û eger pêwîst be, êrîşeke pêşwext jî pêk bîne.