Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Têkiliyan bi Îsraîl, Sûrîye û Tirkîyê re Berdewam Dike Daku Rê Li Ber Aloziyan Bigire

Wêne ji arşîvê ye
Wêne ji arşîvê ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku Washington bi Îsraîl, Tirkîyê û Sûriyê re di nava danûstandinan de ye û tekez kir ku ji bo pêşîgirtina li alozî û xirabûna rewşê, diyalog û nermbûn rêya herî rast in.

Di bersiveke ji bo rojnameya Me'ariv de, berdevkekê Wezareta Derve anî ziman ku " Serokê Amerîkayê Donald Trump nêrînên xwe yên zelal ji bo Rojhilata Navîn a geş û Sûrîyeke aram ku di nava aştiyê de bi xwe û cîranên xwe re bijî, pêşkêş kiriye. Em bi Îsraîl, Tirkîyê û Sûriyê re di nava pêwendiyê de ne."

"Serkirdatiya Serok Trump li Rojhilata Navîn rê da ji bo lidarxistina danûstandinên berhemdar ku balê dikişînin ser rêzgirtina serwerî û aramiya Sûriyê, û piştgiriya ji bo mafê Îsraîlê di parastina xwe de li dijî gefên ewlehiyê, û xurtkirina geşedanê ji bo her du welatan," Berdevkê Wezareta Derve got.

Li gor rojnameya The Jerusalem Post Pêwendiyên Amerîkayê bi rêya gelek kanalên dîplomatîk bi hevdemî li gel Quds, Şam û Enqerê tên meşandin, bi armanca ku rê li ber veguherîna aloziyên dawî bo şerekî berfireh bihê girtin.

Hêjayî gotinê ye di vê hefteyê de pêwendiyên rasterast di navbera Îsraîl û Sûriyê de hpêkhatin dema Serokê Mûsadê Roman Gofman li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed Şîbanî bi piştgîrîya Amerîkayê li Urdinê civîya.

Ev hewldanên dîplomatîk piştî aloziyên derketîn li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser bingeha Ebû Zihûr ya esmanî û nîgeranîya ji bo kombûneke leşkerî ya Tirkîyê li Sûriyê.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlî Israel Katz gotibû ku êrîş li ser bingeha "agahiyên îstîxbaratê yên zelal" bû ku bi Amerîkiyan re jî hatibûn parvekirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG