Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Cama Cîhanê Derket

Cama Cîhanê: Lîstika Amerîka li hemberî Belcîkayê
Cama Cîhanê: Lîstika Amerîka li hemberî Belcîkayê

Serpêhatîya Amerîkayê di Cama Cîhanê ya futbolê de do Duşemê gihîşt dawîya xwe, dema ku tîma niştîmanî li hember Belcîkayê têk çû.

Maça ku li stadyuma Seattle li pêş 67 hezar kesan hate kirin, bi encama 4-1 bidawî bû.

Ji alîyê Belcîkayê ve Charles de Ketelaere du gol avêtin. Gola sêyemîn Hans Vanaken avêt, dema ku golparêzê Amerîkayê Matt Freese ji ber dergehê xwe dûr ketibû.

Gola herî dawî jî lîstikvanê navdar Romelu Lukaku di nîva duyemîn de avêt.

Lîstikvanên Belcîkayê serkeftina xwe pîroz dikin.
Lîstikvanên Belcîkayê serkeftina xwe pîroz dikin.

Gola bi tenê ya Amerîkayê ji alîyê Malik Tillman ve di xuleka 31'ê de hate tomarkirin. Bi vê şikestinê Amerîka di qonaxa 16'an de ji Cama Cîhanê derket.

Derketina Amerîka tê wê wateyê ku hersê welatên mêvandar ên Cama Cîhanê êdî nema di qehremanîya futbolê de ne.

Her di çarçoveya lîstikên qonaxa 16'an de, do Duşemê Spanyayê bi encama 1-0 lîstika li hemberî Portugalê bir û pê re jî derbasî qonaxa 8'an bû.

Spanyayê gola xwe ya serkeftinê di xuleka 91'ê de avêt. Bi vê windakirinê, Portûgal ji pêşbirkê derket. Ev lîstik a herî dawî bû ji bo Cristiano Ronaldo yê 41 salî di Cama Cîhanê de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG