Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington û Hewlêr Rewşa Herêmê û Çalakkirina Parlemana Kurdistanê Gotûbêj Kirin

Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêr Wendy Green ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hewlêr 13ê Cotmehê 2026.
Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêr Wendy Green ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Hewlêr 13ê Cotmehê 2026.

Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Wendy Green, roja Sêşemê bi Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî re civiya û li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraqê, herêmê, û li ser pêşxistina têkiliyên navbera Hewlêr û Washingtonê axivîn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Herêmê li ser platforma Xê, di civînê de bi taybetî li ser bihêzkirina têkiliyên dostanî û hevkariya stratejîk ya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hate rawestîn.

Herdu aliyan li ser pêşxistina bazirganiya hevpar û berfirehkirina derfetên weberhênanên Kopmanyên Amerîkayî li Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di civînê de girîngiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê jî hate destnîşankirin, û herdu aliyan hevra bûn ku çalakkirina Parlemana Kurdistanê gavek bingehîn e ji bo pêşxistina pêvajoya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê.

Mijara têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Îraqê jî di nav rojeva civînê de bû.

Li gor daxuyaniyê, herdu aliyan bal kişand ser pêdiviya çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan li gor Destûra Îraqê, rêzgirtina statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê, parastina mafên darayî yên wê û dabînkirina behra wê ji budceya federalî bi dadperwerane.

Hêjayî gotinê ye ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, Wendy Green, piştî çend mehên ku ji ber kêşeyên ewlehiyê û alozîyên heyî ji Herêmê dûr mabû, lê niha dîsa vegeriya Hewlêrê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG