Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo Alîkarîya Berdewam a Amerîkayê Spasdar in

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemîyê salvegera serxwebûna Amerîkayê pîroz kir û peyameka pîrozbahîyê şand bo Serokê Donald Trump û gelê Amerîkayê.

Barzanî di peyama xwe de li ser X'ê got:"Dersa herdemî ya Amerîkayê ew e ku azadî ji hêzê zêdetir tiştan dixwaze. Azadî pêdivî bi destûr, sazî, hevsengîya federalî û razîbûna gelê azad heye."

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku di demekê de Herêma Kurdistan û Îraqê li bendê ne ku hevkarîyeke bihêztir ligel Amerîkayê ava bikin, heman prensîp ji bo siberoja Îraqê jî bingehîn û pêwîst in.

Wî tekez kir ku divê aramî li ser bingeha "pabendbûna bi destûrê, federalîzmê, û parastina maf û statuya Herêma Kurdistanê di nav Destûra Îraqê de" ava bibe.

Di dawîya peyama xwe de, Barzanî spasîya dostanî, serokatî û piştgirîya berdewam a Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistan û Îraqê kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG