Serokê Amerîkayê Donald Trump hejmarek fermanên serokatîyê yên ku geştên asmanî yên ber bi Libnanê ve sînordar dikirin, hilweşandin.
Vê biryarê, fermaneke Serokê berê yê Amerîkayê Ronald Reagan ya ku ji berî zêdetirî 40 salan hatibû dayîn û ji alîyê serokên berê ve bi berdewamî hatibû dirêjkirin, hilweşand.
Fermana, ku di 30'ê Îlonê de hat îmzekirin, dê Duşemê (5'ê Cotmehê) di Tomara Federal de were belavkirin.
Fermana serokatîyê ya sala 1985'an ku tê de hemû xizmetên veguhestina esmanî yên Amerîkî bo Libnanê qedexe kiribû, beşek bû ji siyaseta Amerîka ya li dijî şerê navxweyî yê Libnanê û gefa revandin û êrîşên li ser firokên sivîl.
Di fermana xwe de, Trump dibêje ku fermanên serokatîyê yên berê yên li ser sînordarkirina çûnûhatina esmanî “êdî pêwest nakin ji bo misogerkirina ewlehîya rêwîtîyê yên ji Libnanê, ji ber (metirsîya) revandin an desteserkirina neqanûnî.”
Di sala 1992'an de, Serokê berê George H. Bush qedexe rakirin û destûr da hin firokeyên barhilgir yên biyanî biçine Libnanê.
Di sala 1998'an de, Serokê berê Bill Clinton destûr da firotina bilêtan û hin xizmetên rêwîtîyê yên têkildarî Libnanê.
Paşê, di sala 2007'an de, Serokê berê George W. Bush destûr da hin geştên sivîl û firokeyên barhilgir yên mirovî, lê qedexekirina li ser firînên Amerîkî bo Libnanê berdewam kir.
Lê Fermana Serok Trump hemû wan qedexeyan radike. Serok Trump ferman da Wezîrê Veguhestinê ku “biryarê bicîh bike û hemû qanûn, biryar û fermanên ku bi wê re nakok in hilwşine.”