Îro Çarşemê Generalê Amerîkî Joseph Clearfield ku seroktîya komîteya cîbicîkirina peymana di navbera Libnan û Îsraîlê de dike, digel şandeke Amerîkî ya ku Balyozê Amerîkî li Libnanê Michael Issa jî tê de bû, bi Serokê Libnanê Joseph Aoun, re civiya.
Li gor daxuyanîyeka Serokatîya Libnanê, di civînê de, danûstandin li ser mekanîzmayên pêkanîna "Peymana Çarçove" ya ku di dawîya meha Hezîranê de li Washingtonê hatibû îmzekirin, hat kirin.
Ev peyman vekişîna gav bi gav a hêzên Îsraîlî û di heman demê de belavbûna Artêşa Libnanê û pêkanîna 'herêmên ceribandinê' yên ewle dihewîne.
Ev hevdîtina îro piştî gera General Clearfield ya hefteya borî bo Îsraîlê hat.
Komîteya ku Clearfield serokatîya wê dike, berpirsiyar e ku çavdêrîyê li ser pêşîgirtina li pevçûnan bike, piştrast bike ku Artêşa Libnanê li herêmên ku leşkerên Îsraelî jê vekişiyane, kontrolê bi dest bixe, û çekên Hizbullah û komên çekdar ên derveyî dewletê bêne standin.