Breaking News

Balyozê Amerîkayê li NY Mike Waltz Seredana Libnanê Kir

Trump Waltz
Trump Waltz

Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz, û Balyozê Amerîka li Libnanên Michel Issa, îro Yekşemê, ligel Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL) civiyan.

Balyoz Waltz li ser platforma X'ê nivîsand: "Em gihîştin Beyrûtê. Derfeteke rasteqîn li pêşîya Libnanê heye ku paşerojeke xwedî serwerî û ewle ava bike. Amerîka li vir e da ku piştgirîya wê yekê bike û bi zelalî diyar bike ku ji bo vê yekê çi pêwîst e."

Waltz herwiha got: "Ji ber vê yekê ez li vir li ser erdê me, da ku rastîyê derbarê qonaxa veguhastinê û gavên bê yên hêzên Neteweyên Yekbûyî û ajansên alîkarîyê de bibihîsim."
Balyozxaneya Amerîkayê li Beyrûtê roja Yekşemê ragihandibû ku Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di navbera 15 û 17'ê vê mehê de serdana Libnan û Mexribê dike.

Balyozxaneyê diyar kir ku Balyoz Waltz "dê ligel berpirsên payebilind ên Libnanê bicive da ku piştgirîya Amerîkayê ya ji bo cîbicîkirina Çarçoveya Sêalî û avakirina Libnaneke xwedî serwerî ya dûr ji bandora Hizbullah û Îranê gotûbêj bike. Herwiha dê ligel hevparên li Neteweyên Yekbûyî jî bicive da ku bidawîhatina erkê Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL) û veguhastina berpirsiyarîya ewlehîyê bo dewleta Libnanê binirxîne."

Balyozxanê diyar kir ku li Mexribê jî, Balyoz Waltz dê ligel berpirsên payebilind ên hikûmeta Mexribê bicive da ku hevkariya berdewam di çarçoveya Peymanên Îbrahîm ên dîrokî de ku ji alîyê Serok Trump ve hatibûn îmzekirin, û hewlên hevbeş ên ji bo xurtkirina ewlehîya herêmî gotûbêj bike.

Balyoz Waltz dê careke din tekezî li ser piştgirîya Amerîkayê bike ji bo dîtina çareserîyeke mayînde ji bo pirsa Beyabana Rojava, li ser bingeha pêşnîyaza xweserîyê ya Mexribê.

XS
SM
MD
LG