Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Libnanê Daxwaza Alîkarîya Gel û Artêşa Welatê Xwe ji Serok Trump Dike

Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku piştgiriya Libnanê, dozên wê yên dadperwer, sazî, artêş û gelê wê bidomîne.

Di peyameke pîrozbahiyê de bi boneya 250 saliya serxwebûna Amerîkayê, Aoun got: "Bê guman dîroka têkiliya di navbera Libnan û Amerîkayê de kevinar û kûr e, bi qasî prensîb û nirxên mirovî û civakî yên ku dîtina wan a hevpar yekxistiye. Û ev têkilî îro bi xurtî vedigerin, bi xêra biryardarî û hewldanên we yên bêrawestan ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê bo Rojhilata Navîn bi giştî, û bo Libnanê bi taybetî."

Serokê Libnanê Aoun herwiha got: " Deam em hewldanên we di vê çarçoveyê de dinirxînin, em bang li we dikin ku hûn her dem li kêleka dozên rewa û dadperwer ên Libnanê, û li kêleka sazî, artêş û gelê wê rawestin; daku em karibin rûpela şer, karesat û êşan bigirin, û rûpeleke nû ya hêvî, aştî û aramiyê vekin."

Ev banga Serokê Libnanê ligel navbeynkariya Amerîkayê di navbera Libnan û Îsraîlê de tê ku di encamê de Çarçoveyeke Rêkeftinê hate îmzekirin lê ji hêla Hizbullah ve hate redkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG