Wezareta Derve ya Amerîkayê, îro Yekşemê ragihand ku Washington pêşwazîya biryara Parlemana Ewropayê dike ya ku bang li girtina tedbîrên tundtir li dijî têrorîzma Îslamî û bandora torên rêxistina Biraderên Misilman.
Li gorî peyama ku Wezaretê li ser malpera xwe yê erebî li ser platforma X'ê belav kir, Mes'ed Boulos şêwirmendê bilind ê Amerîkayê ji bo karûbarên Erebî û Afrîkayî got ku Amerîka destek da biryara Parlemana Ewropayê û li hember şaxên rêxistina Biraderên Misilman ên ku di têrorîzm û çalakîyên nearamîyê de belav dikin, gavên biryardar digire.
Boulos herwiha bal kişand ser girîngîya berdewamkirina hevkarîya bi welatên Ewropayê re ji bo şerê li dijî têrorîzmê, têkbirina torên tundrewîya tundûtûj û parastina ewlehîya hevbeş.
Hêjayî gotinê ye Parlemana Ewropayê çend rojan berê biryarek pejirand ku bang li dana stratejîyeke hevbeş a Ewropî dike ji bo rûbirûbûna bi bandora komên Îslamî û Biraderên Misilman û rêxistinên girêdayî wê.