Hilbijartinên nîvdemî yên 2026’an li Amerîkayê hejmareke encamên dîrokî derxistin holê. Di nav serketîyan de jin, kesên Amerîkî-Afrîqî û endamên komên cuda yên neteweyî û olî hene ku yekem car di asta federal an jî wîlayetan de gihîştin postên siyasî yên bilind.
Ev in hin ji wan yekemîneyan ku di dîroka hilbijartinên Kongresê Amarîkayê:
Abdul El-Sayed li Michiganê bû yekem Misilmanê ku ji bo Senatoya Amerîkayê hate hilbijartin. Wî serkeftin li hember berbijarê Komarî Mike Rogers bidest xist.
Keisha Lance Bottoms ya Demokrat li wîlayeta Georgia bû yekem jina reş ku wekî hakima (fermandar) wîlayetê hate hilbijartin. Ew di heman demê de yekem kesê reş e ku vê postê li Georgiayê digire.
Deb Haaland a Demokrat ku berê endama Kongresê û Wezîra Karûbarên Navxweyî bû, piştî serketina xwe li New Mexicoyê bû yekem jina ji gelên resen ên Amerîkayê ku di dîroka welêt de wek Fermandar hate hilbijartin.
Li wîlayeta Minnesota, Cîgira Hakim ya Demokrat Peggy Flanagan kursiya vala ya Senatoyê bi dest xist û bû yekem jina ji gelên resen yên Amerîkayê ku di dîroka welêt de ji bo Senatoya Amerîkayê hate hilbijartin.
Chris Pappas ê Demokrat ji New Hampshire bû yekem mêrê ku bi eşkereyî hevregezxwaz (komoseksuel) e ku ji bo Senatoya Amerîkayê hate hilbijartin.
Gina Hinojosa li Teksasê bû yekem jina bi regez Latînî û yekem Demokrat wekî fermandar hate hilbijartin.
Byron Donalds ê Komarî ku berê endamê Civata Nûneran a Amerîkayê bû, bi ser ket û bû fermandarê nû yê wîlayeta Florida. Bi vê serketinê, ew wek yekem kesê reş ku gihîştiye posta walîtîyê li Floridayê ket dîrokê.
David Crowley yê Demokrat li Wisconsinê bû yekem kesê reş ku wekî fermandar hate hilbijartin.
Xavier Becerra yê Demokrat li Kalîfornyayê bû yekem fermandarê bi regez Latînî ji sala 1875'an ve ji bo vê postê hate hilbijartin.
Amy Acton ya Demokrat bû yekem fermandara jin li wîlayeta Ohio piştî serkeftin bi dest xwe ve anî li hember Vivek Ramaswamy yê Komarî.
Adam Hamawy yê Demokrat li wîlayeta New Jersey bi ser ket û ket dîrokê wekî yekem Misilman û yekem Amerîkîyê bi regez Misirî ji wê wîlayetê ku diçe Kongresa Amerîkayê.