Breaking News

Trump û Sekreterê Giştî yê NATOyê: Divê Rûsya ji Berfirehkirina Şer Dûr Bikeve

Serok Trump û Trump û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte
Serok Trump û Trump û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, di civîneke li Mar-a-Lago ya li Florida de, li ser girîngiya pêşîgirtina li berfirehbûna şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û bidawîkirina şer bi rêyên aştiyane di demeke herî kurt de tekez kirin.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, ku roja Pêncşemê(26ê Mijdarê) li ser malpera fermî ya NATOyê û di platforma Xê de jî hate weşandin, hat ragihandin ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û pevçûna li Îranê mijarên sereke yên civîna Trump û Rutte bûn.

Her du aliyan di civîna xwe ya êvara 25ê Mijdarê de li ser girîngiya ku Rûsya ji her kiryareke ku bi mebest an bêmebest bibe sedema berfirehbûna şer dûr bikeve, gotûbêj kirin.

Trump û Rutte herwiha destkeftiyên hilcivînên NATOyê li Lahey û Enqereyê nirxandin.

Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku her du aliyan li ser girîngiya berdewamkirina zêdekirina lêçûnên berevanîyê û weberhênanên di bingeha pîşesaziyê de, hem li Amerîkayê û hem jî li seranserî welatên endamên NATOyê, danûstandin kirin.

XS
SM
MD
LG