Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanayekî Amerîkî û 2 yên Alman Xelata Nobel'ê ya Pizîşkî ya Îsal Bidest Xist

Xelata Nobel a Pizîşkî ya sala 2026
Xelata Nobel a Pizîşkî ya sala 2026

Roja Duşemê Xelata Nobelê ya Pizîşkî ya sala 2026'an ji zanayê Amerîkî Karl Deisseroth û her du zanayên Alman Peter Hegemann û Georg Nagel re hat dayîn.

Komîteya Nobelê, li Stockholmê, diyar kir ku hersê zana hatin xelatkirim ji ber vedîtinên wan ên derbarê kanalên îyonî yên bi ronahiyê tên çalakkirin û zanista optogenetîkê (optogenetics).

Optogenetîk teknîkek e ku dihêle zana fêm bikin ka şaneyên esebî di hundirê mêjî de çawa bîranîn, hest û liv û tevgeran ava dikin.

Thomas Perlmann, Sekreterê Giştî yê Civata Nobelê, ragihand ku optogenetîk dibe egera çalakî an rawestandina şaneyên esebî di mêjiyê zindî de.

Perlmann herwiha diyar kir ku ev rêbaz niha li laboran li seranserê cîhanê tê bikaranîn, da ku “nepenîyên mêjî” bên dîtin.

Xelatgirên Nobelê yên Pizişkî ji aliyê Civata Nobelê ya Enstîtuya Karolinska ya Swêdê ve tên hilbijartin.

Xelata vê salê 12 milyon kronên Swêdî, ku nêzî 1.2 milyon dolarî ye, û ji ber ku sê xelatgir hene, dê ev pere di navbera wan de were parvekirin.

Xelata Nobelê ya Pizişkê hersal weke yekem xelata Nobelê tê ragihandin. Di rojên bê de jî tê çaverêkirin ku xelatên fîzîkê, kîmyayê, wêjeyê, aştiyê û aboriyê bên ragihandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG