Li gorî daneyên Rêveberîya Agahîyên Enerjîyê yên Amerîkayê (EIA), hilberîna petrola xam li Amerîkayê heta niha gihîştiye 14 milyon bermîl di rojê de.
EIA pêşbînî dike ku hilberîna petrolê di sala 2026'an de rojane bigihêje 13,83 milyon bermîl û di sala 2027'an de 14,26 milyon bermîl.
Li gor raporta meha Îlonê ku ji alîyê EIA’yê ve hat belavkirin, tê pêşbînîkirin ku di sala 2026’an de hilberîna petrola xav a Amerîkayê bigehêje 13.83 milyon bermîl di rojê de.
Ji vê mîqdarê, 11.38 milyon bermîl ji wîlayetên navxweyî (ji bilî Kendava Amerîkayê), 2 milyon bermîl ji Kendava Federal a Amerîkayê, û 0.45 milyon bermîl jî ji Alaskayê tê pêşbînîkirin.
Hêjayî gotinê ye Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê, Chris Wright, ji televîzyona Fox News re gotibû ku Amerîka îro ji Îran, Rûsya û Çînê bi hev re zêdetir gazê xwezayî hilberîne, û ji Rûsya û Siûdîyê bi hev re zêdetir petrolê hildiberîne.