Breaking News

Fermandarê CENTCOM'ê ligel Wezîrê Berevanîya Qeterê Dicive

 Qatar
Qatar

Wezareta Berevanîya Qeterê îro Şemîyê ragihand ku Brad Cooper, Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM), li Dohayê ligel Şêx Seûd bin Ebdulrehman bin Hesen Al Sanî, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Berevanîyê ya Qeterê re hevdîtin pêk anîye.

Wezaretê ragihand ku her du alîyan behsa berfirehkirina peywendîyên dualî û mijarên berjewendîya hevpar kirin.

Di civînê de herwiha hejmarek efserên payebilind ji her du welatan amade bûn.

Wezareta Berevanîyê ya Qeterê di daxuyanîya xwe de behsa ti mijareke taybet, di nav de şerê li dijî rejîma Îranê, nekir.

Cooper berî du rojan li Riyadê paytextê Erebistan Siûdî bi Şahzade Mihemed bin Selman û Wezîrê Berevenîyê Xalid bin Selman re hevdîtin kiribû.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Erebistana Siûdî, hevkarîya leşkerî û pêşhatên herêmî di nav wan mijaran de bûn ku Cooper bi bin Selaman re gotûbêj kiribûn.

Ev serdana îro di demekê de tê ku Qeter bi hevkarîya çend welatên herêmê û navneteweyî navbeynkarîya dîplomatîk a xurt ji bo nêzîkkirina Tehran û Washingtonê dike.

XS
SM
MD
LG