Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio Cezayên Amerîkayê li ser Torên Çepgir ên Tundrê Radigihîne

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku "terorîzma çepgir a tundrê" ji bo Amerîka û Rojava bi giştî gefeke mezin û cidî ye.

Rubio li ser platforma X'ê ragihand ku Amerîkayê îro Çarşemê li dijî çend torên terorîst ên çepgirên tundrê ên navneteweyî cezayên aborî danîn.

Di nav wan torên hatine cezakirin de Autistici/Inventati jî cih digirin. Li gor Rubio, ev komeke teknolojîyê ya sereke ye ku xizmetên wê ji hêla şaneyên Antîfa ya herî çalak û tundrê li Amerîka û senarserê cîhanê ve têne bikar anîn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir ku "ti penagehek ji bo kesên tundrê yên tundûtûjî tune ye. Ewên ku li dijî şaristanîya me şer dikin, yasa û sîstemê xera dikin, binesazîya sereke wêran dikin, êrîşî dijberên siyasî dikin, an jî tawanên xwe ji rayedaran vedişêrin. Emê hemû derfet û desthilatên xwe bikar bînin da ku li dijî terorê şer bikin û jiyana xwe ji zordarîya terorîstan biparêzin."

Derbarê heman mijarê, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent got ku “Tundrêyên çepgir, kom û rêxistinên ku wekî perde ji bo wan dixebitin, û kesên ku wan piştgirî û alîkarîyê didin wan, divê baş bizanin: Emê hemû hêza aborî ya di destê xwe de bikar bînin."

Bessent herwiha got, "Terorîzma siyasî di civaka me de cihê xwe nîne. Emê berdewam bibin ku rêyên darayî yên ku van koman fînanse dikin qut bikin, heta ku ew bi tevahî bên jinavbirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG