Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Amerîka û Yûnanistan dê ji bo Rûbirûbûna Gefên Ewlehîyê bi Hev re Bixebitin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, îro Çarşemê ragihand ku Yûnanistan û Amerîka dixwazin dest bi destpêşxerîyeke nû bikin ji bo parvekirina agahîyan di warê têkoşîna li dijî terorê de di navbera dezgehên bicihanîna qanûnê yên herdu welatan de.

Rubio di serdana xwe ya fermî de bo Yûnanistanê got ku Yûnanistan bi taybetî li ber gefên ku ji koçberîya girseyî û bazirganîya mirovan derdikevin, rû bi rû maye.

Rubio li kêleka Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Giorgos Gerapetritis ji rojnamevanan re got,“di çarçoveya hewildanên me ji bo têkoşîna li dijî van gefên hevpar ên li hember herdu welatên me, em kêfxweş in ku ragihînin rêkeftineke nû hatiye îmzekirin. Li gorî vê rêkeftinê, dê bernameyeke ewlehîyê ya hevpar bê avakirin, da ku dezgehên ewlehiyê yên herdu welatan agahîyên derbarê têkoşîna dijî terorê de zêdetir bi hev re parve bikin.”

Wezîr Rubio Atîna wek “hevalbendeke bihêz û nimûneyî di NATO’yê de” binav kir.

Tê zanîn Yûnanistan di nav NATO’yê de hevalbendeke girîng a Amerîkayê ye. Ew hin navendên leşkerî yên girîng ji bo parastina ewlehîyê li rojhilatê Deryaya Navîn pêşkêş dike. Herwiha, Yûnanistan pêşengîya operasyoneke deryayî ya Yekîtîya Ewropayê dike ji bo parastina keştîyên bazirganî li Derya Sor.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Giorgos Gerapetritis, got ku welatê wî amade ye bi Amerîkayê re hevkarîyê bike û li Tengava Hormuzê alîkarîya deryayî pêşkêş bike, eger rêkeftineke domdar ji bo bidawîkirina şer çêbibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG