Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio Serdana xwe ya Ozbekistan û Hindistanê Dest Pê Kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, îro Yekşemê serdana xwe ya Ozbekistan û Hindistanê dest pê kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayî ragihand ku armaca vê seredanê bihêzkirina derfetên aborî yên Amerîkayê ye.

Wezîr Rubio jî li ser platforma X'ê nivîsî: "Ez niha ber bi Ozbekistan û Hindistanê ve derketim da ku hewlên rêveberîya Trump ji bo afirandina derfetên aborî û xurtkirina berjewendîyên aborî yên welatê me bidomînim."

Rubio serokatîya şandeke ji 200 karsazên Amerîkî berê xwe da Ozbekistanê ji bo beşdarbûn di civîna wezîrên welatên Navenda Asyayê de. Rubio ev serdana xwe stratejîk û girîng binav kir ji bo avakirina têkilîyên nû.

Berî ku ji Bingeha esmanî ya Andrews a leşkerî bi rê bikeve, Rubio ji rojnamevanan re got ku pevçûnên li Rojhilata Navîn û Ukraynayê dibin sedema bilindbûna bihayên enerjîyê û hin welatan ber bi krîza aborî ve dibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG