Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Amerîka bi Ewlehîya Hemû Baregehên Xwe Bawer e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Duşemê, got ku Washington hîn jî bi ewlehiya hemû baregehên xwe bawer e.

Gotinên Rubio piştî wê hatin ku pênc kes li nêzî baregeheke esmanî ya Brîtanyayê hatin desteserkirin, bi gumana ku wan plana karên terorîstî hebû.

Di bersiva pirsê de derbarê biryara Amerîkayê ya vekişandina balafirên bombeavêj ên B-1 ji baregeha Brîtanyayê, Wezîr Rubio got ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê bi berdewamî çavkaniyên xwe li gorî pêdiviyan ji cîhekî vediguhêze cîhekî din.

Rubio got ku ew bûyera ku hefteya borî qewimî rasterast bi vê gavê ve girê nade.
Wî herwiha got ku rayedarên Brîtanyayê di vê dozê de hevkariyek mezin nîşan dane.

Wezîr Rubio li ser X'ê ragihand ku ew îro Duşemê ber bi Îslandayê, Yûnanistanê û Portûgalê ve diçe, da ku li ser xurtkirina hevkariyê di warên berevanî û ewlehiya enerjiyê de bi hevalbendên NATO re biaxive.

This item is part of
XS
SM
MD
LG