Breaking News

Kushner û Witkoff ji bo Hevdîtina bi Putin re Gihîştin Moskoyê

Nûnerê taybet yê Amerîkayê û zavayê Serok Donald Trump, Jared Kushner, û nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff gihîştin Moskoyê, ji bo hevdîtina bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re, bi armanca bidawîanîna şerê li Ukraynayê.

Kirill Dmitriev, nûnerê Serokê Rûsyayê, herdu nûnerên Amerîkayê li forkxaneya Vnukovo ya Moskoyê pêşwazî kirin. Dmitriev li ser platforma X'ê de gihîştina wan bo Moskoyê, belav kir.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS, ragihand ku Yuri Ushakov, şêwirmendê siyaseta derve ya Kremlinê, gotiye ku Putin dê di hevdîtina xwe de bi Kushner û Witkoff re mijara çareserkirina şerê Ukraynayê gotûbêj bike.

Ev hevdîtin piştî du rojan danûstandinên sê alî yên di navbera Amerîka, Rûsya û Ukraynayê de li Ebû Debî tên, ku bêyî gihîştina li ser peymaneke giştî ya aştîyê dawî bûn, lê di derbarê veguherîna girtîyan de lihevkirinek hat kirin.

Nûnerê taybet yê Amerîkayê Jared Kushner, piştî danûstandinan li Ebû Debî ji rojnamevanan re gotibû ku ew û nûnerê taybet Steve Witkoff dê roja Pêncşemê biçin Moskoyê ji bo civîneke bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re.

Armanca wan ew e ku rola Ewropayê di pêvajoya danûstandinan de bihêztir bikin. Piştî wê jî dê herdu nûner biçin Dublinê da ku bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re kom bibin.

XS
SM
MD
LG