Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kushner: Ji bo Aştiyê li Ûkraynayê Diyaloga Navbera Moskow û Ewropayê Pêwîst e

Danûstandinên Rûsya û Ûkraynayê bi navbeynkarîya Amerîkayê ber bi qonaxeke nû ve diçin ku roja Sêşemê 10ê Mijdarê li paytexta Îmaretê Ebû Dabî dest pê dikin.

Am erîka di nava hewldanên dîplomatîk de y ji bo ku şerê Rûsya û Ukrayna bidwî bibe.

Di vê çarçoveyê de, Jared Kushner Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, roja Duşemê 9ê Mijdarê, tekez kir ku Serok Donald Trump bi biryar e ku şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bidawî bîne, û da xuyakirin ku hewldanên heyî armanc dikin ku bigihîjin çareseriyeke ku aştiyeke domdar misoger bike û serwerîya Ûkraynayê were parasin.

Kushner di daxuyaniyekê de li ser platforma Xê diyar kir ku Amerîka dixebite ji bo sazkirina gotûbêjên sêalî yên ku du rojan li Abu Dabî bi beşdariya Rûsya û Ûkraynayê berdewam bikin.

Kushner diyar kir ku ji bo gihîştina peymaneke aştiyê ya domdar li Ûkraynayê, divê Rûsya û Ewropa li ser rêkûpêkkirinên ewlehiyê yên berfireh rasterast bi hev re danûstandinan bikin.

Wî da zanîn ku ew ê berî destpêkirina danûstandinan, bi hevkarên ji, Yekîtiya Ewropî û NATOyê re, ligel Almanya, Fransa, Brîtanya û Îtalyayê re bicive, da ku şêwirdariyên li ser ewlehiya Ewropayê û soberoja Ûkraynayê piştî şer bidomînin.

Nûnerê Serokê Amerîkayê da zanîn ku ev dê yekem gotûbêjên sêalî bin ji meha sibatê ve, û armanc ew e ku Moskow û Kîevê bînin cem hev da ku nîgeranî, pêşniyar û çareseriyên pêkan ên derbarê ewlehiya piştî şer de rasterast gotûbêj bikin, xalên lihevkirinê diyar bikin û danûstandinan derbasî qonaxên nû bikin.

Nûnerê Amerîkayê çar karên pêşî yên girêdayî hev diyar kirin: "Bidawîanîna şer, pêşxistina misogerî û tedbîrên ewlehiyê yên pêbawer ji bo qonaxa piştî şer da ku metirsiya nûbûna nakokiyan kêm bibe, amadekirina planeke aborî û geşepêdanê ya berfireh ji bo Ûkraynayê, û pêşvebirina tedbîrên mirovî ji bo kêmkirina êşan û çareserkirina bandorên mirovî yên vî şerî."

Di derbarê ji nû ve avakirinê de, Kushner got ku Amerîkayê bi Ûkrayna, Yekîtiya Ewropî û hevkarên din re dixebite da ku pêdiviyên darayî yên mezin ên piştî şer çareser bike, binesaziya bingehîn piştgirî bike û weberhênanên taybet pêk bînin.

Di dawiyê de, Kushner bal kişand ser zehmetiyên vî şerî û hêvî xwest ku di danûstandinan de pêşveçûneke berbiçav were bidestxistin û aştiyeke domdar were çêkirin.

Tê çaverêkirin ku beşdarên civîna Abu Dabî mijara bidawîanîna şerê li Ûkraynayê, pêkanîna peymanên ewlehiyê yên ji bo qonaxa piştî şer û rêyên kêmkirina girjîyê gotûbêj bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG