Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku Amerîka "bi rijdîyeke mezin" Rûsyayê hand dide ji bo razî bibe ku Ewropayî beşdarî danûstandinên aştîyê yên derbarê Ukraynayê bibin.
Putin îro Pêncşemê li Çînê piştî civîna sêalî ligel serokên Amerîkayê Donald Trump û yê Çînê Xi Jinpin, got: "Em dizanin ku gotûbêjkirina mijarên ewlehîyê, di nav de ewlehîya li Ewropayê, bêyî beşdarbûna Ewropîyan dê ti encamê nede."
Serokê Rûsyayê eşkere kir ku wan berê pêşniyar kiribû ku şandeyên Ewrupî serdana Moskowê bikin, da ku beriya diyarkirina şêwazê danûstandinên bê, helwesta xwe zelal bikin.
Li gor ajansa Reuters, Putin got: "Em ne li dijî (beşdarbûna Ewropîyan) in, lê pêwîst e em fêm bikin ka Ewropa dê di van danûstandinan de çi alîkarî û rola xwe pêşkêş bike. Me bi rêya kanalên dîplomatîk pêşniyar kir ku nûnerên Ewropî serdana Moskowê bikin da ku em helwesta wan bizanin. Piştî wê emê biryarê bidin ka dê diyaloga derbarê Ukraynayê de bi çi şêwazî berdewam bibe."
Ji alîyê xwe ve Ajansa Sputnik ya Rûsî ragihand ku Putin wan îdiayên ku dibêjin Rûsya plan dike êrîşî Ewropayê bike red kirine û banga danûstandinên rasterast ligel serokên Ewropî kiriye.
Berpirsên Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê vê mehê li paytexta Îmaratê Ebû Debî piştî neh mehan ji bo cara yekem danûstandin pêk anîn. Moskow û Kîevê li ser proseseke mezin a pevguhertina dîlên şer li hev kirin, lê ji bilî vê yekê pêşketineke kêm a berçav hate bidestxistin.