Şandeyê taybet ê Amerîkayê, Steve Witkoff, îro Çarşemê li bajarê San Petersburgê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiya.
Di civînê de têkilîyên di navbera Washington û Moskoyê de, şerê Ukraynayê û pêşnîyaza lidarxistina civînekê di navbera Putin û Serokê Amerîkayê, Donald Trump, de li Pekînê hatin gotûbêjkirin.
Steve Witkoff piştî gotûbêjên ku roja Sêşemê li Osloyê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û hin berpirsên Ewropî re kiribû, îro gihîşt San Petersburgê.
Ev hewildan di çarçoveya xebatên ku Washingtonê ji bo amadekirina pêşnîyazeke hevbeş a bidawîkirina şerê Ukraynayê pêş dixe de hatin kirin.
Di civîna îro de Witkoff ji Putin xwest ku li ser destpêkirina danûstandinên sêalî di navbera Rûsya, Amerîkayê û Ukraynayê de bifikire, da ku pirsên teknîkî werin gotûbêjkirin.
Herwiha li gorî agahîyên ku televîzyona fermî ya Rûsyayê belav kirine, Putin di civîna xwe ya li gel Witkoff de pêşnîyaz kiriye ku li Çînê li gel hevtayê xwe yê Amerîkî civînekê encam bide.