Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Si'ûdîyê Tekezîyê ser Ewlehîya Herêmî Dikin

Wezareta Derve ya Erebistana Si'ûdî îro Şemîyê ragihand ku Wezîrê Derve yê wî welatî Feysel bin Ferhan peywendîyeke telefonî digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêk anîne, tê de rewşa dawî ya herêmî nîqaş kiriye.

Her du karbidestan behsa rewşa ewlehî û hevkarîya herdu welatan kir.

Wezareta Derve ya Erebistana Si'ûdî li ser platforma X'ê got ku di peywendîya Bin Ferhan û Rubio de behsa pêşhatên niha û girîngîya berdewamkirina hevkarîya nêzîk kirin.

Ev peywendî di demekê de tê ku girjî û alozî di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin, piştî pêleke nû ya pevçûnan di navbera herdu welatan de.

Îranê bi dron û mûşekan êrîşî sê keştîyên bazirganî kir ku di Tengava Hormuzê re derbas dibûn. Piştî wê yekê, Amerîkayê di 7 û 8'ê Tîrmehê de êrîş birin ser Îranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG