Breaking News

Barrack ligel Şeybanî Civîya û Rêkeftina Sûrîye û YE Wekî 'Gaveke Dîrokî' bi Nav Kir

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack ligel Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es'ed Şeybanî.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack ligel Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es'ed Şeybanî.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Îraqê û Sûrîyê Tom Barrack îro Sêşemê li Enqereyê bi Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es'ed Şeybanî re civiya û pêşhatên herêmî û hevkarîya navneteweyî ya bi Şamê re gotûbêj kirin.

Barrack, ku herwiha balyozê Amerîkayê li Tirkîyê ye, li ser platform X'ê derbarê civîna li Şamê hevdîtina xwe ya bi El-Şeybanî re got: "Silav ji bo serkirdayetîya ciwan a mezin û wêrek a Sûrîyê, û ji bo Serok Trump ku şiyana wan nas kir û derfet da wan ku Sûrîyê vegerînin cihê wê yê geş li herêmê."

Barrack herwiha got:"Îro sibehê li Şamê, Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es'ed Şeybanî û hevparên navneteweyî yên Sûrîyê ji bo 'Foruma Hevahengîya Hevkarîya Sûrîyê' civîyan. Di vê forumê de, Sûrîye û Yekîtîya Ewropayê karên xwe yên li ser rêkeftineke nû ku bazirganî, weberhênan û hevkarîya siyasî li xwe digire, pêş ve birin."

Dîplomatê Amerîka got ku "Ev gaveke dîrokî ye di demekê de ku Sûriye nêzîkî salvegera duyem a Roja xwe ya Niştîmanî dibe." Mebesta wî salvegera duwem ya hilweşîna rejîma berê ya Beşar el-Esed di 8'ê Berfanbara 2024'an de bû.

Barrack di peyameke din de îro Sêşemê pesnê hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li herêmê da û spasîya Tammy Bruce Nûnera Amerîkayê li Encûmena Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz kir ji ber karê wan ê di piştgirîkirina diyaloga herêmî ya xurt a destkeftên berçav de.

Barrack di peyama xwe de herwiha amaje bi guhertinên li Sûrîyê kir û got: "Ez bi tevahî hevbîr im ku veguherîna berçav a Sûrîyê belgeyeke li ser xweragirîya gelê wê û wêrekîya wan a ji bo avakirina rêbazeke nû ye."

Tê zanîn Balyoz Bruce di civîna Encûmena Ewlehîy do Duşemê li ser pêşhatên siyasî, ewlehî û mirovî yên li Sûrîyê peyvek pêşkêş kir. Wê got ku hikûmeta Sûrîyê di nava du salên piştî rûxandina rejîma Esed de, encamên watedar bidest xistine, û peywendîyên xwe ligel welatên cîran û civaka navneteweyî ji nû ve ava kirine.

Bruce herwiha tekez kir ku Washington pêşwazîyê li hewldanên hêsankirina diyalogê di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de kir.

XS
SM
MD
LG