Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka Civînên bi Şanda Talîbanê re li Doha Eşkere Dike


Arçiv: Şanda berpirsên talîbanê li Doha
Arçiv: Şanda berpirsên talîbanê li Doha

Wezareta Derve ya Amerîka derbarê civîna şanda xwe bi berpirsên Talîbanê re li Dohayê li Qeter, daxûyaniyek weşand.

Daxûyanî dide zanîn ku di rojên 30 û 31 Tîrmehê de berpirên Amerîkî, li Doha ya Qeterê bi nûnerên Talîbanê re civiyan, ku binpêkirina mafên mirovan li Afganîstanê tê şermezar kirin, di heman demê de amaje bi wê yekê tê dayîn ku pêşkeftin bi taybetî di warê têkoşîna li dijî afyonê de hene, wek ku 'Wezareta Derve' îşaretê pê dide.

Di hevdîtinê de, şanda Amerîkî 'dilgiraniyek zêde' derbarê kirîza mirovî li Afganistanê nîşan da û Talîban bi sedema xirabkirina rewşa mafên mirovan, bi taybetî derbarê jin, keç û civakên xizan û bê desthilat de tawanbar kir.

Desthilatdarên Talîban ji dema hatina ser desthilatê, ferzkirina şerîa Îslamî cibicî dikin, wek mînak, Talîban roja Şemiyê li parêzgeha Herat ya li rojavayê welat, amûrên mûzîkê desteser kirin û şewitandin.

Êvariya Duşemê, daxuyaniyek ji Wezareta Derve ya Afganî derket û amaje bi wê yekê kir, ku mijara mafên mirovan hatiye gotûbêjkirin, bêyî ku hûrgiliyên zêde bidin.

Pirsgirêka mafên jinan di danûstandinên li ser alîkariyên ji bo Afganistanê bûye xalek asê ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021 de hate ser desthilatê.

Talîban ji aliyê ti welatan yan jî rêxistineke navneteweyî hêjî nehatiye naskirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê danûstandinên bi Talîbanê re eşkere kir, wezaretê got, ku danûstandinên berpirsên wê ligel nûner û pisporên Talîbanê li Dohaya paytexta Qeterê hatine kirin.

Di hevdîtinên ku roja Yekşemê û Duşemê li paytexta Qeterê Dohayê hatin kirin de Nûnerê Taybet yê Afganistanê Thomas West, ŞanderaTaybet ya Jinan û Keçên Afganistanê û Mafên Mirovan Rîna Amirî û seroka nûneratiya Amerîka bo Afganistanê ku bingeha wê li Dohayê ye Amade bûn.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka behsa beşdarbûna “karbidestên pilebilind yên Talîbanê” dike, bêyî ku navê wan ji bilî “teknokratan” binav bike.

Li gorî daxuyaniya Afganîstanê, şanda Talîbanê bi serokatiya Wezîrê Derve Amir Xan Motteqî bû û nûnerên Wezareta Darayî û Banka Navendî jî têde bûn.

Li gorî rayedarên Talîbanê, di gotûbêjan de li ser rakirina qedexe û cezayên bankayan hatiye axaftin.

"Ji bo sazkirina baweriyê, girîng e ku lîsteyên reş werin betal kirin û rezervên bankê bêne azad kirin da ku Afganî bêyî alîkariya derve aboriya xwe pêşve bibin," wê di daxuyaniyê de got.

Li gorî AFP, şanda Amerîkî "vebûna xwe ji diyalogeke teknîkî re li ser mijarên aramiya aborî di demek nêzîk de eşkere kir".

Ji aliyê din ve, şandê bal kişand ser "soza nû" ya Talîbanê ku rê nede welat bibe platformek ji bo êrîşên ku Amerîka û hevalbendên wê dikin armanc, û "kêmkirina terorîstên mezin." Êrîşên ku sivîlên Afganî dikin hedef."

Li gorî ajansa France Presse (AFP), Washington banga "demildest serbestberdana welatiyên Amerîkî yên ku li Afganîstanê hatine binçavkirin" kir.

Derbarê xebatên dijî rêya karanîn û bazirganiya afyonê, Amerîka çavdêriya "kêmbûnek berbiçav" li deverên çandinî di vê demsalê de erê kir, ji ber ku Talîbanê çandina rowekê ku maddê hişber jê tê derxistin qedexe kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şanda Amerîkayê bi nûnerên Banka Navendî ya Afganîstanê û Wezareta Darayî re hevdîtin pêk anî û bal kişand ser ser wê yekê ku wan 'pêzanînên standine' derbarê kêmbûna enflasyonê û zêdebûna hinardekirin û anîna nava welat ya kelûpelan, di sala 2023an de.

Kenalên mediayyî ragihandin ku karrvebirê Wezareta derve ya Talîbanê Amir Khan Muttaqi tekez li ser hilandina sizayan kirîye.

Jêder: AFP/Reuters/Wezareta derve ya Amerîka

XS
SM
MD
LG