Breaking News

Amerîka û Tayland Rêkeftineke Bazirganî ya Dualî Îmze Dikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Taylandê Anutin Charnvirakul îro Sêşemê rêkeftineke hevbeş îmze kir ku her du welatan nêzîkî pêkanîna rêkeftineke nû ya bazirganî dike.

Li paytexta Fîlîpînê Manîlayê, Trump ragihand ku hûrgilîyên rêkeftina fermî dê hefteyên bê werin temamkirin, bêyî ku di merasîma îmzekirinê de rêjeya bacên gumrikê yên ku dê di nav de bin were ragihandin.

Di Daxuyaniya hevbeş a derbarê rêkeftina di navbera Amerîkayê û Taylandê de ya li ser Bazirganiya Dualî (ART) de hat ragihandin ku ev rêkeftin dê peywendîyên aborî yên dualî bihêz bike û dê li ser bingeha pêwendiyên me yên aborî yên demdirêj ava bibe.

Di nav vê yekê de "Peymana Dostanî û Peywendîyên Aborî ya di navbera Tayland û Amerîkayê de" ya ku di sala 1966'an de hatiye îmzekirin, û "Rêkeftina Çarçoveya Bazirganî û Weberhênanê ya di navbera herdu alîyan de ku di sala 2002'an de hatiye îmzekirin.

Koşka Sipî li ser platforma X'ê ragihand ku li gor vê rêkeftinê, hemû bacên gumrikê li ser hinardeyên Amerîkayê têne rakirin û kirîna berhemên çandinîyê yên Amerîkî bi bihayê nêzîkî 2.6 milyar dolaran tê misogerkirin.

Koşka Sipî di daxuyanîya xwe de ev rêkeftin wekî "destkefteke mezin ji bo cotkarên Amerîkî, karsazîyên Amerîkî û bazirganîya di navbera Amerîka û Taylandê de" binav kir.

Li gor daxuyanîya hevbeş a ku li ser malpera Koşka Sipî hatiye belavkirin, Amerîka û Tayland dê niha dest bi rêkarên xwe yên navxweyî yên pêwîst bikin ji bo amadekirina Rêkeftina Bazirganiya Dualî (ART) ji bo îmzekirin û ketina warê cîbicîkirinê.

XS
SM
MD
LG