Wezareta Derve ya Amerîkayê careke din welatîyênxwe hişyar kirin û bang li wan kir ku bi ti awayî neçin Îraq û Îranê û hijmareke welatên din.
Wezaretê careke din lîsteya wan welatan belav kir ku di asta herî bilind a hişyariya geştkirinê de ne û li ser malpera fermî ya Konsulxaneya Wezaretê li platforma Xê roja Duşemê ragihand û got, "Em hişyariya asta çaremîn li gorî rewşa navxweyî ya welat an jî li gorî şiyanên Amerîkayê yên ji bo alîkariya Amerîkiyan li wan welatan radigihîn in, ji wan re dibêjin, ev cih metirsîdar in û di tu şert û mercan de geştê ji bo wan welatan nekin."
Ji bilî Îranê, Wezareta Derve ya Amerîkayê, Afganistan, Belarûs, Burkina Faso, Myanmar, Komara Afrîkaya Navîn, ku hişyariya asta çaremîn li ser wan heye.
Hişyariya Asta 4, ku bilindtirîn asta hişyariya rêwîtiyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ye, tê wateya ku welatî bi tundî tên şîretkirin ku ji rêwîtiya bo wan welatan dûr bimînin.
Hêjayî gotinê ye ku Îran jî beriya weşandina vê peyama dawî di nav wan welatan de bû ku hişyariya Asta 4 li ser hebû. Ji ber wê yekê, peyama nû ya Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyariyeke nû nîne, lê dubarekirina tekezkirinê ye ku neçin Îranê.