Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump “Hêza Jîrîya Bala” Ava Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzeke nû ya hikûmeta federal bi navê “Hêza Jîrîya Bala” hatiye avakirin. Erka vê hêzê hevrêzîya xebatên hikûmeta Amerîkayê di warê teknolojîyên pêşketî yên jîrîya çêkirî de û parastina pêşengîya Amerîkayê di vî warî de ye.

Trump roja Yekşemê, 4'ê Cotmehê, di peyamekê de li ser tora civakî Truth Social ragihand ku ev hêza nû piştî peymana dîrokî ya Koşka Spî derbarê “Jîrîya Bala” hatiye avakirin. Li gor wî, di wê peymanê de hin ji mezintirîn kompanyayên teknolojîyê yên cîhanê berpirsiyarîya xwe li hember gelê Amerîkayê dubare kirine.

Trump got ku Hêza Jîrîya Bala dê hewldanên hikûmeta federal hevrêz bike, da ku Amerîka di warê ku rêveberîya wî jê re dibêje “Super intelligence”, pêşengîya xwe li cîhanê bidomîne.

Serokê Amerîkayê pêşketinên vê teknolojîyê wek guherîneke mezin binav kir û got, li gor bawerîya gelek kesan, bandora wê dikare ji Şoreşa Pîşesazîyê û derketina Înternetê jî mezintir be. Wî tekez kir ku armanca vê desteyê parastina berjewendîyên Amerîkîyan û baştirkirina jiyana wan e.

Li gor peyama Trump li ser Truth Social, erka vê hêzê tenê bi dezgehên hikûmetê re sînordar nabe. Ew dê herwiha têkilîyên hikûmeta federal bi bikarhêneran, komên parastina berjewendîyên giştî, rêxistinên olî, dabînkerên jêrxanên girîng û şîrketên ku di warê AI de dixebitin, hevrêz bike.

Trump herwiha ragihand ku Hêza Jîrîya Bala dê ji alîyê Jay Clayton, Berpirsîyarê Îstixbarata Neteweyî, Andrew Ferguson, Serokê Komîsyona Bazirganîya Federal, Emil Michael, Cîgirê Wezîrê Ceng ji bo Lêkolîn û Endezyarîyê û Berpirsîyarê Sereke yê Teknolojîyê, û Scott Kupor, Rêveberê Ofîsa Birêvebirina Karmendên Federal, ve bê rêvebirin.

Trump herwiha got ku ev hêz dê rasterast raportên xebata xwe pêşkêşî Serokê Amerîkayê, ango Trump bi xwe, û Susie Wiles, Seroka Karmendên Koşka Spî, bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG