Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê Hûsiyên Yemenê tawanbar kirin ku dîsa dest bi çalakiyên dijminane kirine û ragehand ku ev koma çekdar bi piştgiriya Îranê tev digere.
Trump di peyamekê de li ser tora Truth Social got ku wî hizir dikir ku Hûsiyan piştî operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên sala borî "ders famkir", lê niha dîsa çalak bûne.
Wî got ku Hûsîyan Erebistana Siûdî kirine armanc û hewl didin bihayê petrolê bilind bikin.
Serokê Amerîkayê Îran jî bi piştgiriya Hûsiyan tawanbar kir û got ku Tehran di rewşeke aborî ya dijwar de ye.
Trump herwiha diyar kir ku çalakiyên Hûsiyan dibe ku bi armanca bandorkirinê li ser rewşa hilbijartinên Amerîkayê pêk tên.
Trump di daxuyaniya xwe de got ku ew ne di nav pêşbaziya hilbijartinan de ye û hişyarî da ku piştî hilbijartinan jî dê li hember kiryarên Hûsiyan helwesteke dijwartir bigire.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku tengezariya li herêmê, bi taybetî li Yemenê û Deryaya Sor, hîn jî berdewam e û Hûsiyan di van rojên dawî de bi mûşek û dronan gelek êrîş kirine li ser Erebistana Siûdiyê.
Trump: Dibe Ku ji Erdogan Bixwazim Piştgiriya Erebistana Siûdî Bike
Serok Trump ji rojnamevanan re got ku Hûsî "bi awayekî pir xerab tev digerin" û destnîşan kir ku şerê navbera Amerîka û Îranê bandorê li ser tevahiya herêmê dike.
Trump diyar kir ku dibe ku ew ji Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoğan bixwaze ku piştgirî li berjewendiyên Erebistana Siûdiyê bike got, "Ez bawer im ku Erdogan dê daxwaza min bi cih bîne." Wî herwiha got ku dê di derbarê Îranê de di demeke nêzîk de biryarekê bide.