Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îran bi Tevahî Wêran Dibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja Duşemê li ser platforma Truth Social got ku Îran “bi tevahî hildiweşe”, di demekê de ku Washington xwe amade dike ku pakêtên nû yên cezayên ku Tehranê û têkilîyên wê yên aborî yên bi cîhanê re dikin armanc, ragihîne.

Serok Trump, îro Duşemê di posteke din de, raporteke malpera Newsmax parve kir, ku tê de Serokê Parlemana Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf, derbarê rewşa aborî ya Îranê de gotiye ku ew birçî ne.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent gef xwaribû ku dê cezayên herî giran di dîrokê de li ser Îranê bisepîne, û biryar e ku êvara Duşemê konfêranseke çapemenîyê li dar bixe da ku hûrgiliyên tedbîrên nû eşkere bike.

Bessent di gotareke ku îro di rojnameya Financial Times de hatibû weşandin de gotibû,“her welatek ku mîna damarek darayî ya rejîmeke têk diçe kar bike, divê li bendê be ku ew jî para xwe ji îzolekirinê werbigre”.

Bessent li ser platforma X'ê jî got, "Amerîka di hilweşandina şiyanên leşkerî yên Îranê de, wêrankirina nêzîkî 100% ji kompanyayên wê yên leşkerî, û binaxkirina bernameya wê ya navokî de serketî bûye."

This item is part of
XS
SM
MD
LG