Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin: Trump û Putin bi Rêya Telefonê li ser Ukrayna Axivîn

Trump Putin
Trump Putin

Şêwirmendê Koşka Serokatîya Rûsyayê Kremlinê Yuri Ushakov ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di peywendîyeke telefonî de nêzîkî 90 xulekan bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re axivîye.

Ushakov got ku Trump pêşniyar kir ku di dîtina çareserîyekê bo şerê li Ukraynayê alîkarîyê bike.

Li gor Ushakov, Trump pêşniyar di çarçoveya beşdarbûna xwe ya di civîna bilind a NATOyê ya vê hefteyê de li Tirkîyê kiriye.

Wî got, Serokê Amerîkayê gotiye ku nûnerên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner dê hewldanên xwe yên ji bo çareserîyekê bidomînin û amade ne ku careke din serdana Moskowê bikin.

Koşka Sipî ti daxuyanîyeke fermî derbarê vê peywendîyê nedaye.

Şêwirmendê Kremlinê diyar kir ku Putin nirxandineke rastîn a rewşa şer a li Ukraynayê pêşkêşî Trump kiriye, ku fermandarên leşkerî yên Rûsyayê roja Înê ragihandibûn ku hêzên Rûsyayê bajarê Kostiantynivka yê girîng ê stratejîk bi dest xistine.

Lê belê, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û Serfermandarîya Giştî roja Şemîyê ev îdîa red kir û got ku hêzên Ukraynayê kontrola bajêr dikin.

Hêjayî gotinê ye ku roja Şemîyê peywendîyeke telefonî di navbera Serok Trump û Zelenskyy de jî çêbû. Ofîsa serokê Ukraynayê ragihand ku di wê peywendîyê de hewlên dîplomatîk jibo dawîkirina şer hatin behskirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG