Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Emê Cezayên li ser Tirkîyê Rakin û Firotina F-35 Binirxînin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê ragihand ku Washington dê firotina firokên cengê yên F-35 ji bo Tirkîyê binirxîne, piştî ku Enqere di sala 2019'an de ji ber kirîna sîstema berevanîya Rûsî ji vê bernameyê hatibû derxistin.

Trump, piştî ku gihîşt Enqerê ji bo hilcivîna NATO'yê, di dema civînekê ligel Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan got: "Ev biryarek e ku emê bidin... Ew firokeyeke bêhempa ye, ya herî baş di dîrokê de ye, û bê guman emê vê mijarê binirxînin."

Serok Trump ragihand ku ewê cezayan ji ser Tirkîyê rakin û dê biryarekê li ser firotina pêkan a firokên F-35 ji bo Enqerê bidin.

Di bersiva pirsekê de derbarê tedbîrên ku di çarçoveya Qanûna Rûbirûbûna Dijminên Amerîkayê bi Rêya Cezayan (CAATSA) de li ser Tirkîyê hatine ferzkirin, Serok Trump ji rojnamevanan re got: "Emê cezayan rakin."

Washingtonê di sala 2020'an de, ji ber kirîna sîstema parastina berevanîya esmanî ya Rûsî S-400, cezayên CAATSA li ser Tirkîyê sepandibûn. Herwiha, Enqere ji bernameya firokeyên cengê yên F-35 jî hatibû derxistibûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG