Serokê Amerîkayê Donald Trump êvarîya Sêşemê, 24ê Mijdara 2026an, li Koşka Spî ya li Washingtonê di merasîma salane ya Cejna Spasdariyê (Thanksgiving) de axivî û du elokên ji eyaleta West Virginia'yê yên bi navên "Freedom-Azadkirin" û "Feathers - Per" efû kirin.
Trump di merasîmê de got: "Ez ê efûyeke tam, mutleq û bêmerc ku tê wateya ew ê her û her bijîn , bidim van herdu elokên bedew ên Cejna Spasdariyê."
Trump li ser geştên asmanî yên rojên Cejna Spasdariyê axivî û amaje bi kevnbûna sîstema kontrolkirina trafîka esmanî kir, ku li gorî wî pêdiviya wê bi nûjenkirineke giştî heye.
Trump got: "Geştên esmanî bi temamî ewle ne, lê divê em hinekî bi hêdî bimeşin da ku wê ewlehiyê biparêzin ". Wî diyar kir ku temenê hinek alavan digihîje 57 salan û hêvî kir ku Kongres budceya pêwîst ji bo nûjenkirina binesaziya firokvaniyê ya welêt dabîn bike.