Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Sizayên li ser Bankeke Tirkîyê, Barrack Pesna Têkilîyên ligel Washington û Enqerê Dide

Balyozê Amerîka li Tirkîyê û Nûnerê Taybet bo Sûrîyê, Tom Barrack dibêje ku têkilîyên Amerîka û Tirkîyê ji sazîyeke darayî mezintir in, piştî ku rêveberîya Serok Donald Trump sizayên aborî danîn ser bankeke Tirkîyê ku peywendîya wê ligel Îranê heye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Înê siza danîn ser bankeke Tirkîyê û du kompanîyên girêdayî wê, wekî beşek ji hewldanên nû yên Washingtonê ji bo veqetandina Îranê ji hevkarên wê yên bazirganî.

Dîplomatê Amerîkî Barrack got ku şaştî ye ev biryar wekî kiryareke xirab li dijî Tirkîyê bête şîrovekirin.

Barrack herwiha got: “Tirkîyê hevkar bû di eşkerekirina zanyarîyan hestîyar û ev yek nîşan e ku ev hevalbendî ji her soz yan peymanekê mezintir e.”

Balyozê Amerîkayê da zanîn ku hevalbendîya Amerîka û Tirkîyê bihêztir e ji her demeke din û "emê li ser karê hevbeş dewam bikin."

Wezareta Xezîneyê dibêje ku banka Golden Global ya Tirkîyê danûstandinên darayî ligel Hêzên Qudsê yên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê kirine û alîkarîya diravî daye rejîma Îranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG