Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio û Şêx Tehnûn Hevkariya Hevbeş a li Dijî Îranê Gotûbêj Kirin

Arşîv: Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ligel Bepirsên Dewleta Îmaratê
Arşîv: Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ligel Bepirsên Dewleta Îmaratê

Wezîrê Derve yê Amrîkayê Marco Rubio îro roja Çarşemê bi telefonê bi Şêx Tehnûn bin Zayîd Al Nehyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îmaratên Yekbûyî yên Erebî re li ser mijara Îranê û Tengava Hormuzê axivî.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, her du alî li ser gelek mijarên ewlehiya herêmî, di nav de Libnan û her wiha li ser hevahengiya berdewam a di navbera Amerîka û Îmaratê de gotûbêj kirin, da ku Îran û komên alîgirên wê yên 'terorîst' berpirsiyar bibînin li hember êrîşên ku tên domkirin.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê berdevkê Wezareta Derve Tommy Pigot ve hat weşandin, Wezîr Rubio herwiha li ser girîngiya azadîya geştên keştiyan, di rêya avî ya di Tengava Hormuzê re tekez kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG