Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Sêşemê ragihand ku li kêleka civîna wezîrên derve yên Koma 7 (G7) ku li Parîsê hate sazkirin, wî bi hevtayê xwe yê Ukraynayî Andrii Sybiha re hevdîtinek pêk aniye û civîneke berhemdar encam daye.
Rubio di peyamekê li ser X'ê diyar kir ku di civînê de danûstandinên heyî yên ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê, mijara sektora energîyê de û hevkarî di warê berevanîyê de hatin gotûbêjkirin.
Rubio tekez kir ku "Amerîka hîn jî li ser armanca bidestxistina aştîyeke domdar û mayînde radiweste."
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha li ser X'ê spasîya Rubio kir û nivîsî: "Spas ji te re Wezîr Rubio, û spas Amerîka, ji bo serkêşîya wê ya berdewam û pabendbûna wê ya bi bidawîanîna şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê."
Sybiha naveroka babetên sereke yên ku di civîna xwe ya bi Rubio re gotûbêj kirine, ragihand.
"Danûstandinên me bal kişand ser hewldanên aştîyê yên bi serkêşîya Amerîkayê, rewşa li meydana cengê û guherînên navneteweyî. Divê em her derfetekê ji bo dîplomasîyê û kêmkirina girjîyê bikar bînin."
Her du alîyan rewşa li Deryaya Reş û pêwîstîya vegerandina azadîya keştîvanîyê ji bo ewlekarîya xwarinê ya cîhanî gotûbêj kirin.
Sybiha amadebûna Ukraynayê ji bo pêşxistina hevkarîyekê di warê ewlehî û aborî de bi Amerîkyê re tekez kir, di nav de çêkirina hevbeş a dronan û projeyên aborî yên pêşniyarkirî.
Tê zanîn civîna wezîrên derve yên G7 ku Fransayê wekî seroka niha ya komê li Parîsê mevdanarîya wê dike, Duşemê li baregeha Wezareta Ewropa û Karên Derve ya Fransayê destpê kir.