Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanim Yekem a Amerîkayê Banga Agirbesteke Domdar li Ukraynayê Dike

Xanima Yekem a Amerîkayê Melania Trump îro Pêncşemê bang li Ukrayna û Rûsyayê kir ku lihevhatineke aştîyê ya berfireh pêk bînin.

Ew daxwaz di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Sipî hate kirin ku nûnerên Rûsya û Ukraynayê jî tê de amade bûn.

Ev banga Melania Trump hat piştî gihîştina peymaneke agirbestê ya ku wê li bajarê Oleshky yê Ukraynayê, ku di bin kontrola hêzên Rûsyayê de ye, çavdêrîya wê kiribû.

Trump got: "Niha divê em wêrekîya ku me li Oleshky nîşan da berdewam bikin da ku em bingeheke hevpar bibînin. Bi hev re em dikarin tiştekî ji tenê agirbesteke demkurt domdartir ava bikin."

Xanima Yekem herwiha got: "Ez hêvî dikim ku Oleshky rê li ber aştîyeke mezintir veke. Her guherînek rastîn bi gavek an şewqeyeke biçûk dest pê dike."

Wê destnîşan kir ku niha dem hatiye alîyên şer li ser bingeheke hevpar bixebitin û mercên aştîyeke dirêjtir pêk bînin.

Wê di dawîya axaftina xwe de rola herdu serokan Vladimir Putin û Volodymyr Zelensky di gihîştina peymana agirbestê de bilind nirxand û got ku hevkarîya wan dikare rê li ber hewildanên din ên aştîyê li herêmê veke.

This item is part of
XS
SM
MD
LG