Breaking News

Gurbûna Êrîşên Mosko û Kîevê Berî Civîna Serokên Amerîka Rûsya û Çînê

Gurbûna şer bi êrîşên berfireh ên dronan li seranserê enîyên Rûsya û Ukraynayê, hevdem ligel tevgera dîplomatîk a Washington, Mosko û Pekînê berî hilcivîna sêalî ya li Çînê, nîşan dide ku krîza Ukraynayê ketiye qonaxeke çarenûsî ya di navbera gefên ewlehîya navokî û hewldanên ji bo dîtina rêyên çareserîyê.

Ukraynayê şeva borî êrîşeke dronan pêk anî ku Rûsyayê wekî "mezintirîn êrîşa dronan a vî şerî" bi nav kir, û tê de pira ku Rûsyayê bi Qirima dagirkirî ve girê dide kir armanc, di heman demê de êrîşên Rûsyayê roja Duşemê li Ukraynayê bûn sedema kuştina sê sivîlan.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê ragihand ku sîstemên wê yên berevanîya esmanî 1,336 dronên Ukraynayê li ser 16 herêman, herwiha li ser Qirim, Deryaya Reş û Deryaya Azovê xistine xwarê.

Li başûrê Rûsyayê, rayedarên herêmî diyar kir ku li herêma Krasnodarê şeş kes birîndar bûne; ev herêm cihê parzûngeha petrolê ya Ilsky ye ku Ukraynayê gelek caran kiriye armanc. Parêzgarê herêma Rostovê Yuri Slyusar jî got ku dronan li bajarê Azovê sê kes birîndar kirine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy derengîya şeva Yekşemê got ku êrîşên Ukraynayê zêdetirî nîvê şiyana parzûnkirina petrolê ya Rûsyayê ji kar xistine, îdî'ayek ku bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin.

Êrîşên Rûsyayê li ser Ukraynayê

Serokê rêveberîya leşkerî ya bajarê Chernihivê Dmytro Bryzhynskyi li ser Telegramê nivîsand: "Dijmin êrîşî du saziyên bajêr kir," û da zanîn ku di encamê de du kes hatine kuştin.

Dozgerên herêmî ragihandin ku li Zaporizhzhia, droneke Rûsî li navçeya Khortytskyi ya bajêr jineke 64 salî kuşt û du kes jî birîndar kirin. Serokê herêmê yê bi wekalet Mykhailo Semikin got ku êrîşê ziyan gihandiye cihekî binesaziyê, otomobîl têk birine û Pira Preobrazhensky ya bajêr bi temamî li ber hatûçûnê hatiye girtin.

Di vê navberê de, sazîyên çavdêrîya ewlehiya navokî ku nûnertîya 38 welatan dikin, di nav de hemû endamên Yekîtiya Ewropayê û Amerîka jî hene, roja Duşemê hişyarî dan ku metirsiya rûdana qezayeke navokî li Ukraynayê vê zivistanê zêde dibe, ji ber ku Rûsya berdewam e li ser lêdana tora elektrîkê. Per Strand, ku serokatiya du grûpên çavdêriyê dike, ji ajansa Reutersê re got: "Bi eşkereyî, metirsiya herî mezin a qezayeke navokî dê vê zivistanê bibe."

Zelenskyy: Amerîkayê bîroka"NATO li hember Donbasê" pêşniyar kir

Her du alîyan di dema danûstandinên Amerîka, Ukrayna û Rûsyayê de ku hefteya borî li Ebû Debî hatin lidarxistin, û berî yekem hilcivîna sêalî ya di navbera serokên Amerîka, Çîn û Rûsyayê de ku biryar e dawîya vê hefteyê li bajarê Shenzhen ê Çînê pêk bê, êrîşî hev kirin.

Serokê Ukraynayê Zelenskyy di daxuyanîyên xwe de ji bo rojnamevanan ku roja Şemîyê ji alîyê ofîsa wî ve hatin belavkirin, got ku danûstandinkarên Amerîkî li Ebû Debî pirseke nû araste kirine: "Eger Ukrayna tevlî NATOyê bibe dê çi bibe? Gelo Ukrayna dê ji Donbasê vekişe?"

Wî tekez kir ku Kîev dê dîsa jî dev ji axa xwe bernede. Lê Zelenskyy got ku dibe referandûmeke niştimanî li ser vê mijarê bê kirin, eger garantîyên ewlehîyê, derfetên parastina artêşeke bihêz û xwedî budce, û pereyên ji bo avakirina welêt ji Ukraynayê re bên pêşkêşkirin.

Nûnerê Amerîkayê û zavayê Trump, Jared Kushner, roja Şemîyê li ser platforma X'ê nivîsand ku li pêş çavên raya giştî, her du aliyan "helwestên herî tund" girtine, lê di civînên taybet de her du alî "fêm dikin ku ji bo bidawîanîna vî şerî lihevkirinên praktîkî dê pêwîst bin."

Kushner herwiha nivîsand: "Karê cidî û avaker di navbera me de yên ku em pabend in bi dîtina çareseriyan, berdewam dike."

Piştî hevdîtinên ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowê û Zelenskyy li Dublinê roja Pêncşema borî, Kushner li ser X'ê diyar kir ku danûstandinkarên Amerîkî "di fêmkirina nîgeranîyên herdu alîyan, destnîşankirina çareserîyên guncaw û danîna rêyeke soberojê de pêşketineke watedar bi dest xistine."

Wî got ku bidawîanîna mayînde ya şer "pêdivî bi garantiyên ewlehîyê yên bawerpêkirî, mekanîzmayên rêgirtina li pevçûnan û pabendbûnên dualî yên kêmkirina aloziyan heye." Û zêde kir: "Cudahîya mezin hîn jî heye, lê em bi pêşketina ku hatiye bidestxistin dilxweş in."

Yekîtîya Ewropayê: Berî her tiştî agirbest

Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê roja Duşemê li Brukselê civiyan û hewldana Rûsyayê ya ji bo diyarkirina çarçoveya ewlehiya Ewropayê berî bidawîhatina şer red kirin.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê Kaja Kallas berî serokatîya civînê got: "Werin em niha wêneyê mij û tevlî hev nekin. Tiştê ku divê em bibînin agirbest e. Em vê yekê di vê kêlîyê de nabînin. Em dibînin ku Rûsya bi rastî aloziyan zêde dike."
Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul jî got: "Ewropa xwedî sîstêmeke ewlehîyê ye – pêwîstîya me bi yeke nû nîne."

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku cezayên nû yên Yekîtîya Ewropayê ku roja Duşemê hatin pejirandin, 145 kes û sazîyan li xwe digirin. Di nav wan de nêzîkî 50 bankên Rûsî û Tatyana Kim, seroka mezintirîn kompanyaya bazirganiya elektronîkî ya Rûsyayê "Wildberries", hene.

Di hilcivîna hefteya borî ya li Dublinê de, rêberên Ewropayê şêwirmendên ewlehîyê yên ji pênc welatan, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Polonya, ligel berpirsên payebilind ên Yekîtîya Ewropayê hilbijartin, da ku tîma Ewropayê ji bo danûstandinên aştîyê yên siberojê pêk bînin.

XS
SM
MD
LG