Wezareta Derve ya Amerîka egera firotina çek û kelûpelên berevanîya esmanî bi nirxê 2.68 milyar dolaran bo Ukraynayê pesend kir.
Di agahdarîyekê de ji bo Kongresê, Wezareta Derve ya Amrîka Înê ragihand ku Washingtonê biryara daye alavên leşkerî bifiroşe hikûmeta Ukraynayê, ligel berhevkirina xizmeta pêşxistina sîstema berevanîya esmanî û xizmetguzarîyên têkildar.
Li gorî daxuyanîyê, hikûmeta Ukraynayê daxwaza mûşekên “S-300 Clone”, mûşekên “GAM-67”, sîstema mûşekî ya ku bi lêzerê kar dike û mûşekavêjên berevanîya esmanî kirine.
Wezareta Derve got ku eger ev kirîna pêşniyarkirî pêk were, Ukrayna dê pereyê wê ji alîkarîyên Ewrupa û programa Amerîkî ya alîkarêrîyên leşkerî ya biyanî bide.
Firotina pêşniyarkirî girêdayî nirxandina Kongresê Amerîkayê ye.
Paytexta Ukraynayê, Kîev, vê dawîyê rastî pêlên zêde yên êrîşên Rûsyayê hatîye, û xuya dike ku Ukraynayê halê hazir nikare esmanê xwe biparêze.