Nûnerê Amerîkayê li Encumena Ewlehiyê Mike Waltz roja Pênşemê dîsan dubare kir ku sebra Serokê Amerîkayê Donald Trump "dê zêde nedome" eger Îran pabendî prensîbên yasay a navneteweyî nebe.
Waltz di peyva xwe de got "Ez nikarim bi têra xwe giringiya vê yekê diyar bikim ku derfeteke rastîn û erênî ya veguhertinê ji bo netew û gelê Îranê li ser maseyê ye, lê bîhnfirehiya Serok Trump ne bêsînor e."
Nûnerê Amerîkî bang li Tehranê kir ku vegere ser hewildanên ji bo diyalog û aştiyê û êrîşên xwe rawestîne, û daxwaz kir ku Tengava Hormuz ji bo her kesî were vekirin.
Wî got, “îro em careke din ji Îranê dixwazin ku vegere ser rêya aştî û diyalogê. Cîhan ne bi Îranê re ye. Gelê Îranê bi xwe ne bi vê rejîmê re ye, û cîranên wê jî ne bi wê rejîmê re ne.”
Wî diyar kir ku Îranê tevî Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê êrîşên xwe yên li ser keştiyan, û her weha li ser Behreyn û Kuweytê jî berdewam dike, û got ku wê êrîşî keştiyên sivîl kiriye û azadiya keştiyan asteng kiriye ew kiryarên ku bandor li çandiniyê li seranserê cîhanê kirine. Wî herwiha got ku Amerîka "nahêle ku Îran aboriya cîhanî dîl bigire, û her wiha divê cîhan vî rejimî berpirsyar bibîne."
Hêjayî gotinêye ku Encumena Ewlekariyê ya Netewên Yegirtî roja Pêncşemê rûniştineke awarte li ser daxwaza Behreynê ji bo danûstandina "êrîşên dubare yên Îranê li ser Behreynê" lidarxistbû.