Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz îro Duşemê ragihand ku divê Hizbullah a ku ji alîyê Tehranê ve tê piştgirîkirin "bi dilxwazî" çekên xwe deyne, û tekez kir ku nabe "du artêş" di welatekî de hebin.
Waltz roja Yekşemê gihîştibû Beyrûtê, di serdanekê de ku armanca wê gotûbêjkirina rêkarên qonaxa piştî bidawîhatina erkê Hêza Neteweyên Yekbûyî li Başûrê Libnanê (UNIFIL) di 31'ê Kanûnê de ye.
Piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokê Parlemana Libnanê Nebîh Birî li Beyrûtê, Waltz ji rojnamevanan re got: "Ez bawer im divê peyam zelal û eşkere be; pêwîst e serwerîya Libnanê bi temamî bê vegerandin, û mekanîzmaya pêkanîna vê yekê dê bi rêya Artêşa Libnanê be."
Li gorî ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP), Waltz herwiha got: "Nabe ku ti welatek xwedî du artêşan be, ez hêvî dikim û bang dikim ku Hizbullah çekên xwe deyne û divê vê yekê bi dilxwazî bike."
Waltz ligel Serokê Libnanê Joseph Aoun civiya. Di civînê de Balyozê Amerîkayê yê li Libnanê Michel Îsa û şandeya pê re, herwiha Serokê şandeya Libnanê ya ji bo danûstandinên sêalî Balyozê berê Simon Kerem amade bûn.
Daxuyanîya serokatîyê diyar kir ku di hevdîtinê de "pêşhatên dawî yên li Libnan û herêmê, û qonaxa piştî bidawîhatina erka UNIFIL'ê hatin gotûbêjkirin, herwiha rewşa li başûrê welêt di siya berdewamîya êrîşên Îsraîlê û ne pabendnebûna Îsraîlê bi bendên rêkeftina çarçoveyê re hate nirxandin."
Erka UNIFIL'ê di 31'ê Kanûna pêş de bi dawî dibe, li ser wê bingehê ku kêmkirina hejmara wê û vekişîna wê bi awayekî rêkxistî ji wê dîrokê ve û di nava salekê de dest pê bike.
Amerîkayê li Encûmena Asayîşê , li dijî dirêjkirina erka hêza UNIFIL'ê derketibû ku ji sala 1978'an ve li başûrê welêt belav bûye û wekî hêzeke aştîparêz di navbera Libnan û Îsraîlê de kar dike.