Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance: Lindsey Graham Kesayetîyeke Bêhempa Bû

US Vice President JD Vance speaks at the International Naval Review aboard the USS Kearsarge in New York Harbor during celebrations marking the 250th anniversary of the United States on July 4, 2026.
US Vice President JD Vance speaks at the International Naval Review aboard the USS Kearsarge in New York Harbor during celebrations marking the 250th anniversary of the United States on July 4, 2026.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di peyameke xwe de derbarê mirin a Lindsey Graham de got ku wî ji destpêkek sade gihiştiye yek ji yasadanerên herî bi bandor û çîroka jiyana Graham nimûneyeke girîng a çîroka Amerîkî ye.

Vance diyar kir ku di destpêka karê xwe yê di Senatoyê de, carekê bi Graham re li ser projeyasayeke darayî ya Ukraynayê danûstandin germ kiribû, lê roja din dît ku Graham di paş perdeyê de piştgirî ji projeyasayê dike ku ji bo wî pir girîng bû.

Wî got ev taybetmendîya Graham bû: ew ji bo tiştên ku bawer dikir bi hêz şer dikir, lê di heman demê de ji bo hevalên xwe jî dema pêdivî pê bû piştgirî dida.

Vance herwiha got, di dema tengasîyan de xwedî li heval û axiftina xwe derdiket.

Vance got ku Graham di civata Senatoran de kesekî henekçî û keyfxweş bû û ji yarîyên siyasî hez dikir.

Cîgirê Serokê Amerîkayê di dawîyê de got ku tevî ku ew û Graham carinan di mijarên siyasî de li hev nekirine, lê ew nikarîbû ji kesayetîya wî hez neke. Wî Lindsey Graham wek kesayetekî bêhempa di siyaseta Amerîkayê binav kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG