Breaking News

Vance: Dibe Ez Sala Bê Biryara Namzedîya Serokatîyê ya 2028'an Bidim

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku ew namzedîya xwe ji bo hilbijartinên serokatîyê di sala 2028'an de dûr nabîne û eşkere kir ku ew li bendê ye di demekê de ji sala 2027'an biryara xwe ya dawî bide.

Vance di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox News got: "Dema ez biryarekê bidim, ezê bi hemû hêza xwe li pişt wê biryarê bim." Wî herwiha tekez kir ku pêşbazîya ji bo Koşka Sipî pêdivî bi komkirina darayî ya cidî û amadekarîyên berfireh heye, lewma ew nikare vê biryarê heta xuleka dawî paş bixe.

Cîgirê Serokê Amerîkayê derbarê Îranê ragihand: "Me destkeftên bêhempa bi dest xistine. Me bernameya navokî jinav biriye. Me artêşa kevneşopî ya Îranê têk biriye."

Vance behsa bijardeyên li pêşîya Serok Donald Trump kir û got: "Gelek bijarde li ber destê Serokê Amerîkayê hene, çi ragihandina bidawîhatina operasyonan be yan jî sepandina zexteke zêdetir a leşkerî û dîplomatîk li ser Îranê be, û diyar kir ku Trump niha li ser vê yekê difikire da ku vê mijarê bigihîne çareseriyeke dawî."

Vance herwiha tekez kir ku hem ew û hem jî Trump li dijî "şerên bêdawî" ne, û piştrast kir ku Serokê Amerîkayê dê vê nakokiyê "bi encamên gelekî baş" bidawî bîne.

Derbarê peywendîyên ligel Çînê, Vance diyar kir ku Serokê Çînê Xi Jinping rêzê li sîyaseta tund a Serok Donald Trump a li hember Pekînê digire, û got ku hewldanên Trump ji bo vegerandina pîşesazîyên girîng bo Amerîkayê pêgeha welêt xurt dikin.

Cîgirê Serok amaje bi wê yekê kir ku Xi Jinping li Trump wekî kesekî bihêz û jîr dinêre, ne wekî kesekî ku mirov bikaribe sûdê jê werbigire, û tekez kir ku Trump asteke rêzgirtinê ji aliyê Xi ve bi dest xistiye ku serokên berê yên Amerîkayê nikarîbûn bi dest bixin.

Ji alîyekî din ve, Cîgirê Serokê Amerîkayê rexne li piştgirêdana bi welatên biyanî ji bo berhemanîna çekan girt û ev yek wekî "tiştekî şermezar" bi nav kir. Vance banga veberhênaneke mezin di warê pîşesaziya Amerîkî de kir ji bo jinûveavakirina artêşê û berhemanîna çekên siberojê.

Li ser pirsa binesazîya firokexaneyan ya kevin a Amerîkayê piştî rawestandina geştên esmanî li seranserê welêt ji aliyê Rêveberîya Geştên Esmanî ya Federal (FAA) ve, Vance ragihand ku divê Kongres budceyê ji bo nûjenkirina sîstemê dabîn bike, û hişyarî da ku nebûna gavavêtinê di rûniştina dawî ya Kongresê de dê bibe "tawaneke mezin."

Vance eşkere kir ku heta hevalên wî jî dipirsin ka gelo dema avakirina penagehan û embarkirina xwarin û avê hatiye yan na, lê wî tekez kir ku tu sedemek ji bo tirs û panîkê tune ye û rêveberîya Amerîkayê tu qeyraneke nêzîk nabîne, lê ji bo rewşa herî xirab amade ye.

XS
SM
MD
LG