Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance roja Çarşemê tekez kir ku Serok Donald Trump di rûbirûbûna li gel Tehranê de hemû bijardeyan li pêşçav digire û di destê xwe de dihêle.
Vance li bajarê Milwaukee yê wîlayeta Wisconsinê, gotarek pêşkêş kir û têda got, 'ez hûrguliyên planên Serok ên ji bo vê şevê eşkere nakim, lê ev mijar wekî ku Serok gotiye sade ye; divê Tengava Hormizê vekirî be, û divê petrol û gaz bigihîje destê gelê Amerîkayê. Sedema daxistina nirxê sotemeniyê jî her ev e. Çonku Serok gotiye ku divê riya hatûçûna petrol û gazê vekirî be.'
Wî di berdewamiya axaftina xwe de got: 'Divê Îranî vê rastiyê pir baş bizanibin, eger ew Tengavê bigirin, dê artêşa Amerîkayê bersivê bide. Rêkeftina di navbera me de ev e. Heke ew pê pabend nebin, tiştê ku şeva borî qewimî dê her şev dubare bibe.'
Vance her wiha bal kişand ser wê ku "Îraniyan 'ji bo hefteyekê bi aramî tevgeriyan, lê wan dîsa dest bi gulebarankirina keştiyan kiriye. Encama karê wan jî ji bo her kesî eşkere ye ku dê artêşa Amerîkayê bersivê bide."
JD Vance: Eger Îran Careke din Hormuzê Bigire, Em ê bi Tundî lê Bixin