Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkayê Serîlêdana Vîzeyên Koçberiyê li Seranserê Cîhanê bo Nav Axa Welêt Rawestand

US Visa
US Visa

Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, di çarçoveya helmeta xwe ya berdewam a tundkirina siyaseta koçberiyê de, demên serîlêdana vîzeyên koçberiyê ya hemû welatên cîhanê bo Amerîkayê rawestand.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Sêşemê got ku wezaretê bernameyek rahênanê ya cîhanî li hemû balyozxane û konsolosxaneyên Amerîkayê li seranserê cîhanê dest pê kiriye. Li gorî wî, demên karûbarên vîzeyê dê bêne guhertin da ku ev rahênan bi encam bibe.

Serok Trump helmeteke tund a kontrolkirina vîzeyan û hatina nav axa Amerîkayê biryar daye. Di çarçoveya vê siyasete de, hin vîze û kartên kesk (Green Card) hatine betal kirin û hin serlêdan jî bi sedemên cuda hatine redkirin.

Rêveberiya Trump dibêje ku armanca vê helmetê başkirina ewlehiya navxweyî ye.
Wezareta Derve hîn jî hûrguliyên bernameya rahênanê an jî rojeva wê eşkere nekiriye.

Li gor Ajansa Reuters Wezaretê tenê gotiye ku armanca rahênanê ew e ku alîkariya karmendên konsulxaneyan bike daku ew kesên ku dibe bibin bar li ser alîkariyên giştî yên Amerîkayê daxwazên wan bo Vîzayê red bikin, û piştrast bin ku daxwazên vîzeyê bi awayekî giştî rêk û pêk tên nirxandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG