Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Teksasê Agir bi Hezaran Hektarên Erdê Şewitandin

Agirên Texas
Agirên Texas

Li herêmên bakur û navenda wîlayeta Teksasê ya Amerîkayê agirên bilez belav dibin. Vê yekê rayedar neçar kir ku fermanên valakirinê ji bo niştecihên nêzî herêmên metirsîdar derxînin.

Agirê ku ji ber bayê bihêz roja Duşemê li nêzî bajarê Fort Worth derketibû, bi şev zû belav bû û rûberê xwe gihand 50 hezar hektarî.

Agirê bi navê "Ross" ku li devera Palo Pinto ya Teksasê derketiye û bûye sedema girtina rêyeke sereke jî, yek e ji zincîre şewatên ku li deverên rojavayê wîlayetê çêdibin.

Karbidestan ragihand ku Sêşemê sibehê, tenê %5 ji agirê Ross hatibû kontrolkirin, ji ber ku agir ber bi bakur ve li devera Jack ya cîran belav bûye û li wir jî hişyarî hate dayîn bo xelkê ku ji navçeyê derkevin.

Agirê Teksasê yê herî dawî ye di rêze şewatên daristanan de li hinek deverên başûr û rojavayê Amerîkayê.

Ew di demekê de çêbû ku tîmên agirkujîyê yên li wîlayeta Nevada di xebatên ji bo vemirandina agirê mezin ê nêzî bajarê Reno de pêşve diçûn. Di encama wî agirî de jî 40 xanî wêran bûn an jî zirar dîtin û 42 hezar kes ji malên xwe derketin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG