Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Derbasî Qonaxa 16'an a Cama Cîhanê Bû

Tîma niştimanî ya Amerîkayê Çarşemê bi şev serkeftineke din di çarçoveya kempeyna xwe ya Cama Cîhanê de bidest xist.

Di lîstika li bajarê San Francisco de, Amerîka bi encama 2-0 zora Bosniyayê bir û bi wê serkeftinê derbasî qonaxa 16'an ya Cama Cîhanê bû.

Êrîşkarê navdar Florian Balogun gola yekê ya tîma Amerîkayê di xuleka dawî ya nîvê yekê de tomar kir. Lê Balogun di nîvê duwem de bi karteke sor ji lîstikê hate derxistin.

Tevî ku tîma Amerîkayê bi tenê 10 lîstikvanan ma jî, wê dikarîbû bi rêya lîstikvan Malik Tillman di xuleka 82'an de golekî xweşik tomar bike.

Bi vê serkeftinê Amerîka di roja Duşema bê, 6'ê Tîrmehê de, li pêşberî Belcîkayê bilîze. Ew lîstika qonaxa 16'an li bajarê Seattle tê kirin.

Ji bilî lîstika Amerîkayê, doh Çarşemê du lîstikên din ên girîng pêk hatin. Li stadyuma Atlantayê, Îngelterayê bi encama 2-1 zora Kongoyê bir. Li Seattle jî, Belcîka serkeftinek li hember Senegalê bi encama 3-2 bidest xist.

This item is part of
XS
SM
MD
LG