Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Cihê Xwe di Qonaxa 32 ya Cama Cîhanê de Misoger Dike

Tîma niştimanî ya Amerîkayê roja Înê cihê xwe di qonaxa 32'an a Cama Cîhanê ya futbolê de misoger kir, piştî ku di lîstika xwe ya hember Australyayê de biser ket.

Di lîstika ku li stadyuma bajarê Seattle de pêk hat, Amerîka bi encama 2-0 biserket. Gola destpêkê ji alîyê lîstikvanê Australyayê Cameron Burgess ve bi şaştî hate tomarkirin. Gola duwem a Amerîkayê ji alîyê lîstikvan Alex Freeman ve hat avêtin.

Bi vê serkeftinê Amerîka gihîşt xala 6'an û êdî niha serkêşîya Grûpa D dike.

Di heman grûpê de, tîma Tirkîyê rastî têkçûneke din hat, vê carê li hember Paraguay. Gola Paraguay ji alîyê Matias Galarza ve hate tomarkirin.

Her di lîstikên roja Înê de, Mexribê serkeftineke girîng hember Skotlandayê bi encama 1-0 bidest xist û gaveke din nêzîkî derbasbûna qonaxa 32'an bû. Êrîşkarê Mexribî Îsmaîl Saibarî xuleka 2'an de gola welatê xwe tomar kir.

Di heman grûpê de Brazîlê hember Haiti bi encama 3-0 biserket. Golên tîma Sambayê ji alîyê Matheus Cunha (2) û Vinicius Junior ve hatin tomarkirin. Lîstik li stadyuma bajarê Philadelphia ve hate kirin.

Lîstikên Cama Cîhanê îro Şemîyê li sê bajaran pêk tên. Li Houstona Teksasê, Holenda û Swêd li hember hev derdikevin.

Di Grûpa E de jî, Almanya li stadyuma Toronto ya Kenedayê bi Ivory Coast re dilîze. Herdu tîm hewl didin bi serkeftinekê derbasbûna qonaxa 32'an misoger bikin.

Di lîstika din a heman grûpê de, Ekwador û Curacao li bajarê Kansas dilîzin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG