Karbirêkarê Balyozxaneya Amerîkayê li Yemenê Neil Hop, di peywendîyeke telefonê de bi Efrah Al-Zouba, Wezîra Derve ya Yemenê li ser awayên zêdekirina piştgiriya navneteweyî gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê li Yemenê li ser platforma X'ê hat belavkirin, armanc ew e ku 'milîşyayên terorîst ên Hûsî yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin' bêtir bê piştgirî bêne hiştin û sizayên nû li ser wan werin danîn.
Wî her weha got ku divê berpirsên Hûsiyan ji ber bikaranîna zarokan di şer de berpirsiyar werin dîtin.
Di heman demê de, her du aliyan gotûbêj kirin ka çawa dikarin saziyên demokratîk ên Yemenê bi hêztir bikin da ku xizmetên baştir û bi bandortir ji gelê Yemenê re pêşkêş bikin.
Wezîra Derve ya Yemenê, Efrah Al-Zouba, di têkiliyên xwe de bi Koma Welatên Erebî û Rêxistina Hevkariya Îslamî re, daxwaz kir ku welatên erebî û îslamî yek helwest bigirin li hemberî êrîşên dijî Erebistana Siûdî.
Wê got ku ev êrîş tenê Yemenê an welatekî din bandor nakin, lê ewlehiya herêmê û berjewendiyên gelên herêmê jî dixin metirsiyê.